Osman Baydemîr: Tezkera we dijminahiya 40 mîlyon Kurd e

Baydemîr dibêje dijminatiya Kurdan tê kirin
کوردستان TV
100%

 

Cîgirê serokê gruba HDP ê ye meclise Osman Baydemir di parlementoya Tirkiyê de axifî û got heya daxwazên Kurda yên pêkvejiyanê neyên cîh, wê erdnîgariya rojhilata navîn bibe hedefa hêzên emperyal.

Baydemir rexne li gotinên ser referanduma Kurdistanê kir ku dibêjin “referandûm ne rewaye” û weha got: “Îrada ku sindoqê derê her çibe ciyê wê li ser ser û çavên me heye.”

Serokê meclisa Tirkiyê İsmail Kahraman aciziya xwe li hember gotinên Osman Baydemir nişan da û got: “Azadî ne axaftina bê sînor e. Ez ê kaxezê axaftina te vekolim û li benda te bim ku tu lêborîna xwe bixwazî.”

Kahraman zeptên axaftinê xwend û mafê axaftinê car din da Osman Baydemîr. Baydemir axifî: “ Ez li pey hemû gotinên xwe me. Hun dixwazin min ji meclisê bavêjin û dixwazin mafê parlementeriyê ji min bistînin û dixwazin min bixin zîndanê.”

Osman Baydemir got ku hêj ji bo axaftina li ser mijara tezkere ya ku Tirkiye leşker bişîne derveyê welat got ku ji tezkere hêj 40 maye û ev tezkere dijminahiya 40 mîlyon Kurd e.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.