Coşa sê parçeyên din dagîrker ji xewa giran şiyar kir

sê beşên din yên Kurdistanê li ser piya bûn
کوردستان TV
100%

 

Coşa Kurdistaniyan bû sedema tirseke mezin.

Dohê li başûrê Kurdistanê referanduma serxwebûna hate lidarxistin û prosesa dengdanê jî bi awayekî serkeftî û selamet bi dawî hat.

Li gel destpê kirina prosesa dengdanê li başûrê Kurdistanê, li ser beşên din yên Kurdistanê bi taybetî li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, Kurdistanî bi coşeke mezin û bi hestên netewî piştgîriya xwe bo serxwebûna Kurdistanê diyar kirin.

Di vê çarçoveyê de dohê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê weke Sine, Bane, Mehabad, Merîwan, Serdeşt û Seqiz Kurdistanî daketin qadan û bi xwendina marşa netewî ya Kurdistanê û dabeş kirina şîrînî piştgîriya xwe bo serxwebûna Kurdistanê diyar kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî dîsan bi heman awayî Kurdistanî li bajarên weke Qamîşlo daketin qadan û bi bilind kirina ala Kurdistanê û girtina govendên curbicur piştgîriya xwe diyar kirin.

Li Bakûrê Kurdistanê jî bi taybetî li bajarê Amedê bi heman awayî aheng û çalakiyên curbicur hatin lidarxistin û herwiha hijmareke zêde ji Kurdên Bakûrê Kurdistanê jî serdana Hewlêrê kiribûn daku bi awayekî raste rast û bi çavên xwe ew roja dîrokî bibînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.