Serok Barzanî: Mafê me ye ku em biryara xwe bidin

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê bo xwe revatî daye biryara xwe
کوردستان TV
100%

 

 

Serokê Kurdistanê peyamek pêşkêşî raya giştî kir.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî piştî bi dawî hatina prosesa referandumê peyamek pêşkêşî raya giştî kir û anî ziman ku piştî 25ê Îlonê Kurdistan ketiye nava pêvajo û qonaxeke nû.

Ev tekesta peyama Serok Barzaniye;

Bi navê xwedê mezin û mihriban

Kurdistaniyên hêja

Xuşik û birayên birûmet

Spas ji xwedê mezin re, spas bo weyên serfiraz

Ji dil bi germî pîrozbayî li we hemûyan dikim, bi hemû reng û degên cuda, hemû partî û hemû pêkhateyên netewî û olî ve.

Malbatên serbilindên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, ev serkevtin li we pîroz be, Ez piştrastim ku niha rihê şehîdan asûde ye û dizanin ku ev serkevtina mezin di bin siya xwaîna wan de çê bûye.

Ez spasiya we hemûyan dikim ku we dengdan û çûna ser sindoqan weke cejnê lê kir, we îradeya gelê Kurdistanê nîşanî cîhanê da û we biryara xwe da.

Spasiya bê dawî ya min bo pêşmergeyên qehraman û dezgehên asayişê û hêzên navxwe ku şev û roj kirin yek bo serkevtina vê proseyê.

Spasiyeke taybet jî bo rûniştvanên deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê bo beşdariya germ û bi coş a wan di referandumê de, herwiha spasiya taybet bo revenda Kurdistanî ya li derve ku roleke bi bandor hebûn di piştevanîkirina proseya referandumê de, Spasiya dostên me li seranserê cîhanê dikim ku hevsozê gelê Kurdistanê bûn di vê proseyê de. Ez bi pêwîst dizanin ku spasiya Encumena Bilinda Referandumê û Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê bikim.”

Xuşik û birayan

Çi rojek ji vê xweştir, mezintir û pîroztire ku mirof serkeftina îradeya gelê xwe bo diyar kirina mafa çarenivîsa xwe bi azadî rabigehîne.

Em minetdarê xwedê mezinin ku ewqas derfet da daku bi çavên xwe ev roja han ya pîroz bibînin, Serkirdeyên me yên mezin û bi hezaran zarokên qehreman bi hesreta vê yekê bûn daku ev roja han bibînin lê ji bo vê şehîd bûn liwir silav ji canên wan re dişînin û soza wefadarî dubare dikin.

Şêniyên serfiraz yên Kurdistanê

Bi berxwedana xwe we nehêla îradeya we were şikandin niha jî piştî dengê erê ya we ku erê bû bo serxwebûnê û na bû bo enfal, kêmiyabaran kirin û komkujiyên din, qonaxeke nû hatiye pêş ku ew jî werçerxaneke gelek mezine û niha û pêşeroja me ew serkeftina tevahiya gelê Kurdistanê ye.

Biryara ku gelê Kurdistanê di 25ê Îlonê de daye ne tawane û ne li dijî ti peyman û belgenameyeke cîhaniye û destûra Îraqê jî rê bi me daye ku dibêje girêdayî bûn bi vê destûrê merca yekane ya yekîtiya Îraqa azade û eşkereye ku hikûmeta Îraqê jî girêdayî destûrê nebûye.

Piştî sala 2003an li ser esasê yekgirtina dilxwaz û şeraket me vegeriyan Bexdayê û ew yek jî di destûa sala 2005an de hat pejrandin lê mixabin ku girêdayî destûrê nebûn dema ku hevparî neyê qebûl kirin û destûr were binpêkirin vê demê mafê me jî heye ku em biryara xwe bidin û gelê Kurdistanê di roja 25ê Îlonê de biryara xwe da û bi vê awayî Kurdistan kete nava pêvajo û qonaxeke nû ku cudan ji qonaxên berê. Bila kes gazindan ji me neke jiber ku me her tiştek kir bo parastina bihevre jiyan û yekparçeyiya Îraqê lê dema Bexda bihevre jiyanê qebûl nekir gelê Kurdistanê neçar kir ku biryarek bide ku lazim bû zûtir ew biryara han daba.

Liwir bi derfet dizanim ku peyamek taybet pêşkêşî hikûmeta Îraq û welatên cîran û civaka cîhanî bikin.

Biraderên nava hikûmeta Bexdayê;

Daxwaz ji we dikin bi aramî û bi cidî wenêrînek ji bo dîroka têkiliyên navbera me bikin daku bizanin we çi bi ser me de aniye lê em her hatin Bexda lê gelo weke pêdivî wek mafên bingehîn yên gelê me liber çav girt? Gelo we rûyeke xweş û geş nîşana me da daku em dilxweş û kêfxweş bin û omîda me hebe? Erê di destpêkê de me li ser destûr û hevpariyê lihev kir, rola girîng ya Kurdistanê di ava kirina Îraqa nû de eşkereye lê we tevahiya lihev kirin û rêkeftinên heyî binpê kir. Ti pêdivî bi aciz bûn û gefxwarinê nake û gazine ji xwe bikin jiber ku ew hun bûn ku bi kiriyar û piratîka xwe ji me re got em we naxwazin û bi dengê bilind we got hevpeymaniya navbera Kurd û şîiyan nema. Rêz ji îradeya gelê Kurdistanê bigirin, gelo revaye ku îradeya miliyonan mirov bi naşerî were zanîn? Ev nêrîna han gelek ji eqil û mentêq dûre jiber ku gel gelek bo revayî û şerêyet bi biryarên xwe dide ne gelên din.

Dîrokeke demdêrêj me bi hevre heye û gelek ewraz û nêşêv jî hatine dîtin û gelek karesatên mezin jî biser me de hatine, lewre domandina ezmûneke têkçûyî ne başe û serkeftî jî nabe û ne me û ne jî we asûde nabin lewre werin di şûna gef û ceza kirinê de bila dostane diyalogê bikin û dema pêwîst jî ji bo diyalogê bidin daku ji hevûdu re bibin du cîranên baş li gor me di her şert û mercekî de diyalog baştirîn rêye bo gehêştin bi pêşerojeke baştir bo tevahiya me. Ew referanduma ku hatine lidar xistin ne ji bo feriz kirina ermê waqîe û ne jî bo destnîşan kirine sînore bo vê yekê bo daku gelê Kurdistanê bi awayekî demokratîk û aştiyane ramana xwe derbarê çarenivîsa xwe de diyar bike.

Careke din ez daxwaz ji we dikim werin bila bi diyalog kêşeyên heyî çareser bikin, daxwaz ji birêz Ebadî û tevahiya hêz û aliyên Îraqê dikim, ewin ku baweriya wan bi diyalogê heye, bila deriyên xwe bo diyalogê danexin jiber ku çaresera yekane diyaloge, beruvajî her cure cezayek ku biser gelê Kurdistanê de were sepandin ji enfal, kîmiyabaran, komkujiyan û qutkirina nanê xelkê bibandortir nabe. Bila ezmûn ji demên derbasbûyî wer bigirin û em di her rewşeke de tekez li ser biratiya Kurd û ereb û tevahiya pêkhateyên din dikin û nabe bi ti awayî nakokî li gel hikûmet bibe sedema têkçûna biratiya gelan.

Derbarê welatên cîran de

Em naxwazin bi ti awayî ti kêşeyek biqewme û lazime cîran jî hevka rbin û roleke baş bo çareser kirina kêşeyên heyî bilîzin û guhdariya Kurdistanê jî bikin jiber ku ew rêya herî raste û gefxwarin ne rêyeke başe, 25 sale me îsbat kiriye ku em li deverê de faktera aramiyê bûne û bi ti awayî nebûne sedema metirsî û gefan.

Em hertim rola Îran û Tirkiyeyê bi girîng dinirînin di dema koça mezin ya gelê Kurdistanê û herwiha kîmiyabaran kirina Helebce û enfal kirina Kurdistanê de, ez dûbare dikin ku tenê giftûgo û diyalog rêya herî rast û başe bo çareser kirina kêşeyên heyî û gefxwarin û zimana tund ne ti çareser û rêbaze û herwiha tekez li ser domandina têkiliyên dostane yên di navbera me û cîranan de dikim.

Diliniyayî jî didim civaka cîhanî ku em ji niha de amdene bo giftûgoyên cidî bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li gel Bexdayê û me aştî li gel tevahiya aliyan hilbijartiye û tekez li ser vê yekê dikin ku emê hertim weke beşek bi bandor di şerê dijî terorê de di nava hevpeymaniya cîhanî de bimînin û derbarê koçber û penaberan de jî bi taybetî ewin ku niha li Kurdistanê dene, ew xuşk û birayên mene û Kurdistan mala wan bo xweye û ji her demekî zêdetir rêz ji wan tê girtin heta dema ku vedigerin ser warên xwe.

Cem me gelek ecêbe ku gelek bi awayekî demokratîk û aştiyane biryara xwe bide were cezakirin gelo bi ceza kirinê padaşta qurbanîdana gelê Kurdistanê tê dayîn? Gelo ew yek revaye?

Derbarê çawetiya dewleta Kurdistanê de jî vê gelê Kurdistanê biryara xwe bide lê tişta ku bo me başe ewe ku lazime pergaleke parlemanî, fedralî, demokratîk û medenî hebe, ew yek derfeteke giranbeha dibe bo daku li ser bingeha baweriyê û fêde vegirtin ji ezmûnên berê desthilatek were avakirin ku nimûne be bo dadwerî, yeksanî, zelalî, demokrasî û cêyê baweriyê û rezamendiya gelê me be. Mafên tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî li ber çavan re tên derbaskirin û lazime yeksaniya siyasî û medenî di navbera tevahiya welatiyan de hebe û ev peymana siyasî yaku civata bilind ya referandumê li gel nunerên tevahiya pêkhateyan amade kiriye dibe bingeha destûra me.

Kurdistaniyên berxwedêr

Daxwaz ji we bi tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî dikim, îro ji her demekî zêdetir yekgirtî bin û lazime nakokî û aloziyên berê bixin aliyekî û rûpeleke nû vekin, her çend mimkune hinek bi zehmetî werin pêş lê bawerim asoyeke geş li berdem me deye.

Ji her tiştekî girîngtir jî ewe ku îradeya gelê Kurdistanê nehat şikandin û bi yekrêzî em biser tevahiya kêşeyên heyî de serkeftî dibin û lazime tevahiya me xwe ji kincên hizbatî rizgar bikin û biçin bin sîbana welat û nîştiman.

Jiber her cure kemasiyek jî daxwaza lêbûrînê ji weyên hêja dikim, daxwaz ji xuşk û birayan bi taybetî gencên xwîn gerim dikim piştî ragihandina encaman bi awayekî medenî û şarestanî û li gor çanda bilind ya gelê Kurdistanê kêfxweşiya xwe diyar bikin û ti kesek teqe neke û asûdeyî û aramiya xelk têk nede.

Niha dikarin li malbet û zarokên şehîdên xwe bikin û omîd di nava çavên wan de bibînin û niha ji her demekî zêdetir em dizanin ku pêşmerge çiqasî hêjaye û pêşmergatî çi şerefeke mezine.

Niha dizanin ku gelê Kurdistanê xwedan îradeye, xwedê pişt û penahê we be.

Erdelan goran

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.