Li Rojhilatê Kurdistanê welatiyên Kurd tên girtin

rejîma Îranê dest bi binçav kirina Kurdan kir
کوردستان TV
100%

 

Rejîma Îranê dest bi binçav kirina welatiyên Kurd kiriye.

Piştî ku di du rojên derbasbûyî de li piraniya bajarê Rojhilatê Kurdistanê, xelk bo piştgîrî kirin ji referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê daketibû qadan û bi çalakiyên curbicur piştgîriya xwe bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê diyar kiribû, îro rejîma Îranê li dijî xelkê Rojhilatê Kurdistanê dest bi pêkanîna operasiyonan kir.

Li gor zaniyariyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestxistin, hêzên çekdar yên rejîma Îranê îro li bajarên Sine, Bokan, Mehabad, Merîwan û Seqiz li dijî wan welatiyên ku beşdariya wan aheng û çalakiyan kiribûn, operasiyon pêk anîne û hijmarek welatî jî binçav kirine.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.