Serokwezîr Barzanî: Em ti neteweyek weke dijmin nabînin

Serokwezîrê Kurdistanê peyamek pêşkêşî welatên cîran kir
کوردستان TV
100%

 

 

Serokwezîrê Kurdistanê bersifa pirsên mîdiyakarên Tirk da.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel hijmarek ji Rojnamewan û mîdiyakarên Tirk civiya û bersifa pirsên wan da.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dubare kir, ku referandum bijardeya gelê Kurdistanê bû û ji ber kiryar û nêzîkatiyên hikûmeta Bexdayê, herwiha nemana bingehên şîrîkatiya li gel Bexdayê, hate kirin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di civîna xwe ya li gel rojnamevanan de behsa sedem û armanca referandûma serxwebûna Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê kir, ku Bexdayê hemû şertên şîrîkatiyeke dadmendane pêk neanîne, lewma Kurdistanê ev biryar daye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku li Bexdayê hikûmeteke tayfî û mezhebî hatiye avakirin û hemû biryaran li gorî berjewendiyên tayfî werdigre.

Barzanî derbarê helwesta Tirkiyê de got: Girtina deriyê Xabûrê ji aliyê Tirkiyê sûdê nagihîne berjewendiyê her du aliyan jî û got: Dê her du aliyan jî gel zirar bike.”

Li ser mijara rawestindina hinardekirina petrolê Barzanî got: Vanaya petrolê di destê Tirkiyê de ye lê rêkeftinek di navbera me û Tirkiyê de heye. Berovajî em difikirin xeta boriya gaza sirûştî jî bikişin Tirkiyê.

Serokwezîrê Kurdistanê tekez kir, ku referandûm li hember ewlekariya neteweyî ya Tirkiyê ne gef e û got: “Pêwendiyên me yên li gel Tirkiyê dîrokî ne û dê berdewam bike. Em sînoran naguherin. Em dixwazin diyaloga xwe ya li gel Tirkiyê berdewam bikin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku ew serxwebûneke bi şer naxwazin û diyar kir: Em dixwazin pirsgirêkên li gel Bexdayê bi rêya guftûgoyan çareser bikin. Tirkiye ji bo deriyeke bo derketina derve. Emê li herêmê bibin faktora seqamgîriyê.

Li ser pirsa manora serbazî ya Tirkiyê ya li ser sînorên Başûrê Kurdistanê jî Barzanî wiha got: “Ez bawer nakim ev manor bê nav sînorên me. Lê eger bixwazin derbasî vî alî bibin bêguman dê helwesta me hebe. Lê em bawer nakin tişteke wiha çêbibe.”

Derbarê bilindkirina ala Îsraîlê di ahengên bo piştgiriya serxwebûnê de jî Barzanî diyar kir ku ew ne sisyaseta Herêma Kurdistanê ye û weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê derheqê wê de ti planên wan nîne.

Barzanî herwiha destnîşan kir ku ti peywendiyên fermî yên Hikûmeta Kurdistanê bi Îsraîlê re nîne û herwiha ti mileta weke dijmin nabînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.