Mesrûr Barzanî: Lazime cîhan rêz ji xwesteka gelê Kurdistanê bigire

Mesrûr Barzanî peyameke girîng bo Berîtanyayê şand
کوردستان TV
100%

 

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel tîma tevahiya aliyên nava parlementoya Berîtanyayê ( APPG) kir.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya tîma tevahiya aliyên nava parlementoya Berîtanyayê ( APPG) bi Serokatiya Jack Lopresti kir ku bo çavdêrî kirina prosesa referanduma serxwebûnê serdana Kurdistanê kiriye.

Di civînê de şanda mêwan behsa lidar xistina prosesa referanduma serxwebûna Kurdistanê kir û anî ziman ku ew prosesa han gelek bi başî hatiye birêvebirin û piştî vegerê bo Berîtanyayê vê di nava parlementoyê de tevahiya hewlên xwe bi tevger bikin.

Di beşeke din ya civîna han de Serokê vê tîma mêwan Jack Lopresti hevdem li gel pêşkêş kirina pîrozbayiyên xwe bo gelê Kurdistanê diyar kir ku ew weke Berîtanya piştgîrî ji nêrîn û ramana xelk û mafê çarenivîsa gelan dikin û got: Em bi vê referanduma han gelek kêfxweş bûn.

Li hember de jî Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pevyek pêşkêş kir û behsa pêngavên piştî referandumê kir û daxwaz ji Berîtanya û endamên civaka cîhanî kir rola xwe bilîzin û hana Îraqê bidin daku dest bi diyalogeke sazimankar û baş li gel Kurdistanê bike û dev ji wan gotin û kiriyarên nebaş berde daku aştî û aramî li deverê de yaku daxwaza me û cîhana azade were parastin.

Mesrûr Barzanî got: Gelê Kurdistanê bi lidar xistina referandumê mafeke xwe ya xwezayî cîhbicîh kiriye ku di nava pîwanên Netewyên Yekgirtî de hatiye bicîhkirin.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku lazime civaka cîhanî zextan li Îraqê bike daku ew prosesa han bi awayekî aştiyane bigehêje encam.

Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de got: Lazime cîhan rêz ji xwesteka gelê Kurdistanê yaku bi awayekî demokratîk ji tevahiya cîhanê re hatiye ragihandin, bigire.

Di dawiya civîna han de behsa pêşhatên leşkerî yên li deverê, domandina hevkariyên Berîtanyayê bo Kurdistanê di tevahiya waran de hate kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.