Di wan rojan de dubare geştên asmanî bo Kurdistanê destpê dikin

di wan rojan de geştên asmanî bo Kurdistanê dubare destpê dikin
کوردستان TV
100%

 

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê a Hewlêrê Dara Celîl Heyat, ragehand ku rêyên Hewayî yên Tirkiyeyê û şîrketa hewayî a Libnanê Middle East Airways ku firînê xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê sekinandibûn dibe van rojên pêşiya me de dîsa dest bi firînan bikin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê a Hewlêrê Dr. Dara Celîl Heyat, li ser mueyideyên ku Îran û Tirkiyeyê piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê xistibûn rojevê de ji Dengê Amerîka re axifî. Heyat diyar kir ku di nava çend rojên pêş de dê firînên Rêyên Hewayî yên Tirkiye û Middle East Airways destpê bikin.

Heyat got: "Sekinandina firînan helbet karîgerî li me kir. Lê înşeleh di nava çend rojan de dê were çareser kirin. Rêyên Hewayî yên Tirkiyê û Middle East Airways gotine em ê di 4ê mehê de vegerin. Heyat weha pê de çû; "Vê rakêşiya heyî helbet karîgerîye xerab li aboriya Herêma Kurdistanê kir. Lê belê heya ku deriyê sînor neyên girtin, dê aborî derbeyeke mezin nexwe. Heya aniha sînorên Tirkiye û Îranê vekirîbû. Aliyê Başûr yanî yê Bexdayê girtibû, ji îro û pê de ew der jî vebû. Sînor vekirî ne. Ji Başûr mal tê vê derê.

Li ser pirsa "Gelo dema derî werin girtin, pîlaneke we ya din heye" weha bersiv da. "Ez li raboriyê dinerim, di salên 1990-1991 ê de Bexdayê heman tişt kir. Sînor hatin girtin. Paşê karsazan bi çenteyan jî be, bi hêdî hêdî ji Tirkiyeyê, ji Îranê û derên din mal anîn. Înşeleh dê tiştên weha nebin."

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.