Mesrûr Barzanî: Koça dawî ya Mam Celal boşatiyeke mezin çê dike

Mesrûr Barzanî: Koça dawî ya Serok Mam Celal boşatiyeke mezin çê dike
کوردستان TV
100%

 

 

Mesrûr Barzanî bi minasebeta wefat kirina Mam Celal pirsenameyek pêşkêşî Kurdistaniyan kir.

Piştî koça dawî ya Serokkomarê berê yê Îraqê, damezrêner û sekreterê giştî yê YNKê rehmetî Mam Celal Talebanî, şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pirse nameyek pêşkêşî Kurdistaniyan kir ku ew jî tekesta vê ye;

Binavê xwedê mezin û dilovan

Mixabin nûçeya koça dawî ya birêz Serok Mam Celal gehêşte me, bi vê minasebeta han pirse û serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbeta birêz Mam Celal û Serkirdatî, tevahiya kadir û endamên yekîtiya nîştimaniya Kurdistan û tevahiya welatiyên Kurdistanê dikim.

Xwedê sebirê bide tevahiya me.

Birêz Mam Celal kesayetiyeke bibandor ya meydana siyasî ya Kurdistan, Îraq û deverê bû, bêgoman koça dawî ya vî boşatiyeke mezin çê dike.

Hêvî dikim bi yekrêzî û hevgirtîbûn û têkoşîna berdewam bo bidest xistina serxwebûnê ku xweziya dîrokî ya gelê Kurdistanê û ya Mam Celal jî bû, bikarin canê bilindfirî yê birêz Mam Celal û tevahiya şehîdên Kurdistanê şad bikin.

Mesrûr Barzanî

3.10.2017

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.