NY: Sala derbasbûyî 8 hezar zarok bûne qurbanî

NY dibêje zêdetir ji 8 hezar zarok di nava salekî de bûne qurbanî
کوردستان TV
100%

 

NY dibêje di sala 2016an de zêdetir ji 8 hezar zarok jiber şer hatine kuştin anjî birîndarkirin.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres rapora salane ya bi navê zarok û pevçûnên çekdarî bo raya giştî eşkere kir.

 Li gor raporê, par di pevçûnên çekdarî de zêdetir ji 8 hezar zarok li seranserê cîhanê hatin kuştin yan birîndarkirin.

Di raportê de hatiye diyar kirin ku 3 hezar û 512 zarok li Exanistanê hatine kuştin yan birîndar kirin. NY’ê diyar kir ku ew hejmara herî bilind ya dîroka Efxanistanê ye.

NY’ê da zanîn ku li Yemenê 1 hezar û 340 zarok hatine kuştin yan birîndar kirin; ew hejmar li Sûriyê jî 1299 e.

Guterres diyar kir ku tevgerên weke Şebab, Boko Haram, DIŞI û Talîbanê, zêdetir ji 6 hezar û 800 caran mafên zarokan binpê kirine.

Berdevkê Guterres, Stephane Dujarric diyar kir ku kuştina 8000 zarok ji aliyê NY’ê ve nayê qebûl kirin û da zanîn ku Sekreterê giştî yê NY’ê hember hejmara zarokên kuştî şok bûye.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.