Serokê Kurdistanê li gel Selîm Cibûrî civiya

Serok Barzanî: Deriyên me bo diyalogê vekirîne
کوردستان TV
100%

 

Serokê Kurdistanê pêşwaziya Serokê Parlementoya Îraqê kir.

Îro li Hewlêrê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Parlementoya Îraqê Selîm Cibûrî kir.

Di civînê de her du alî nêrîn û ramanên xwe yên derbarê bûyer û pêşhatên siyasî yên Îraqê, referanduma Kurdistanê û bertekên ku hatine nîşandan, anîn ziman.

Her di heman civînê de hevdem li gel tekez kirin li ser pêdiviya parastina aramî û ewlekarî û dûr ketin ji aloziyan, her du alî balkêşandine ser girîngiya aram kirina rewşa heyî.

Serok Barzanî û Cibûrî diyar kirin ku lazime pirinsîbên diyalogê bi bernameyên vekirî û beşdariya tevahiya aliyan bo gehêştin bi çareseriyeke mayende bo kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê were esasgirtin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.