Serok Barzanî: Em amadene bo diyalogeke bêmerc

Serok Barzanî spasiya Almanyayê dike
کوردستان TV
100%

 

Serokê Kurdistanê li gel balyozê Almanyayê civiya.

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Cereal nan û şandeke pê re kir.

Di civînê de balyozê Almanyayê yê li Bexdayê behsa helwesta welatê xwe  ya derbarê rewşa siyasî ya Îraq û karwedanên piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê ji Serok Barzanî re rave kir.

Cereal Nan herwiha diyar kir ku aramî û selametiya Kurdistanê bo Almanyayê gelek girînge û daxwaz kir daku Hewlêr û Bexda pêngavên xwe bo aloztir kirina rewşa heyî navêjin.

Nan herwiha amadebûna welatê xwe jî bo hevkarî kirina Hewlêr û Bexdayê boku bikevin nava diyalogê bo çareser kirina kêşeyên heyî û zêdetir  bûna aloziyan diyar kir û got: Alozî û nakokî vê zirarê bidin her du aliyan.

Li hember de jî Serok Barzanî spasiya helwesta Almanyayê kir û anî ziman ku gelê Kurdistanê di proseseke aştiyane de dengê xwe daye û referandum jî diyarkerê vîna gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan ti pêngavek bo aloz kirin û çê kirina kêşeyan neavêtiye û amadeye bo giftûgoya bêmerc bi bernameyeke vekirî li gel Bexdayê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.