Amedsporê rekor şkand

Amedspor careke din hebûna xwe îsbat kir
کوردستان TV
100%

 

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) di sezonekê de 30 hefte cizayê bê alîgir li tîma Amedsporê birîbû. Her çiqasî Saziya Bilind a Futbolê sedema birîna cezayê weke bicî neanîna bergiriyên ewlehiyê nîşan bidin jî, li gorî fûtbolîst û rêveberên Amedsporê ev biryar, biryarên siyasî ne û armanca saziyê têkbirina Amedsporê bixwe ye.

Cîgirê Serokê tîma Amedsporê Suleyman Gokalp û tîma wî, êdî ji cizayên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê bêzar bûne, ji ber ku ew bi tevî maça Eyupsporê re ev 30 hefte ne maç ên xwe bêyî piştgirya hezkir û alîgirên xwe dilîzin. Suleyman Gokalp: "Armanca wan bi van cizayan xerakirina morale tîmê ye, lewra navê tîma me bi Kurdî ye û em tîmeke Kurdî ne, armanca futbolê û bi tevahî ya sporê aştî û biratî ye."

Lîstikvanên Amedsporê her çend maçên xwe bê alîgir lîztibin jî, ew moral û motivasyona xwe xera nakin, di vê sezonê de wan ji 7 maçan 3 serkeftin û 3 encamên wekhev bi dest xistin û niha di grûba xwe de 12 puan kom kirine. Lîstikvanê Amedsporê Sidik Istemi diyar kir ku, "Ew çiqas ciza li me dibirin em bêhtir bi hêz dibin û li gor wê puanan distînin, gelek alîgirên me hene li derveyê Amedê dixwazin werin me bibînin, zêdetir ez li ber vê yekê dikevim ku destê me ji wan dibe û mixabin em nabînin.

Fûtbolê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.