Hevpeymaniya Tirkiye û Amerîkayê bi dawî hatiye

têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê zêdetir têk diçin
کوردستان TV
100%

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê Philip Gordon di Financial Times de gotarek belavkir û got: "Tirkiye û Amerîka bi dawîbûna şirîkatiyeke hêvîbexş ve rû bi rû tên.

Gordon di destpêka nivîsa xwe de dibêje ku, di dema wezîfeya xwe de wexta ku min Beşa Ewrupayê min dewr girt, yek jî asoyên herî rewnaq yê polîtikaya derve Tirkiye bû û weha pê de diçe: " Welatekî Misilman bû ku aboriya wê bi pêşdiket, azadiya çapemeniyê berfirehtir dikir, leşkerên ku li ser siyasetê navgîna çewisandinê bûn derxistin derveyî siyasetê de û di jêr serokatiyeke çalak û popûler de bû."

Gordon dibêje serok dewletê Amerikayê yê wê demê Barack Obama ew qasî bi hêvî bû ku dixwest Tirkiyê jî têxe nav bernameya gera xwe ya ewil a ji bo dewletên derve. Di parlamentoya Tirkiyê de gotibû ku; "Tirkiye dikare şîrikatiyeke model pêkwerîne. Dê ziyaretê peyamek bidaya cîhanê. Îro di nava de salan de ev vîzyon ser û bînî hev bû û têkilî bi îhtîmaleke mezin kete rêyeke ku hew were temîr kirin jî."

Herwiha Gordon diyar dike ku berjewendiyên ewlehiya herêmî yên her du welatan jî bi awayekî xeternak ji hev cuda dibin. Amerîka pêşekiyê dide têkoşîna li dijî DAIŞê lê Tirkiye, ji Kurdên Suriyê û Iraqê ku şirîkên bingehîn yên Amerîka yên di vî şerî de ne ditirse û wan ji bo ewlehiya xwe wekî gefê dibîne.

Gordon balê dikşîne ser ku Tirkiye, bi piştgirî dayina Hamas, İxwanî Muslimîn û Milîsên Libyayî, têkiliyên leşkerî yên bi Katarê re û bi kirîna S-400an ji Rusyayê re aciziya xwe nîşan da. Lê ev yek tenê wê qutbûna têkiliyê bileztir bike.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.