Navê civata bilind ya siyasiya Kurdistan- Îraq hate guhertin

navê Îraqê jê hat birin
کوردستان TV
100%

 

 

Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê îro bi serpireştiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê civiya.

Bi Serokatiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro çarşemî 11ê Cotmeha 2017ê civîna Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê dest pê kir.

civîna îro ya Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê ji demjimêr 16:00 ve dets pê kiriye û hîn jî didome.

Li gor zaniyariyên destpêkê navê civata bilind ya siyasiya Kurdistan- Îraq hatiye guhertin û bûye civata bilind ya siyasiya Kurdistanê.

 Piştî encamdana referanduma serxwebûnê ku di 25ê Îlona îsal de hat sazdan, Encumena Bilinda Referandumê di 01-10-2017 de bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî civiya û di civînê de biryar li ser hilweşandina vê encumenê û avakirina Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraq hatibû dan.

Civîna 1ê Cotmehê yekemîn civîna Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê bû û her piştî wê civînê yekemîn beyannameya fermî li ser navê wê serkirdatiyê di heman rojê de hatibû belavkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.