Qasim Silêmanî bo êrişê Kerkûkê Haşdî Şabî har dike

Îraniyek çekdarên heşda şebî li dijî Kurdistanê har dike
کوردستان TV
100%

 

  Balyozê berê yê Amerîka yê li Iraqê Zalmay Khalilzad ragihand, Fermandeyê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve Qasim Sulêymanî li Iraqê ye û Heşda Şeibî han dide, ku êrişî ser Kerkûkê bike

Zalmay Xelîlzad li ser hisaba xwe yê twitterê rexne li Îranê kir û got: "Îran dixwaze bi rêya Haşdî Şabî êrişî Herêma Kurdistanê bike. Fermandarê Hêza Quds (a Supaya Pasdaran) Qasim Sulêymanî li Iraqê ye û Haşdî Şabî har dike ku êrişî Kerkûkê bikin."

Xelîlzad di berdewamiya peyama xwe de daxwaz ji Washîngtonê dike ku bê bandor nemine û dibêje: "Divê Amerîka bê bandor nemine ji bo ku rê li ber pevçûnê bigre. Egera çêbûna aloziyan di navbera hêzên Iraqê û Kurdistanê de ber bi zêdebûnê ve diçe."

Hişyariya Zalmay Khalilzad derbarê egera çêbûna şer di navbera hêzên pêşmerge û hêzên iraqî û bi taybet Heşda Şeibî de, di demekê de ye, ku şeva bihorî 11ê Cotmehê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyniyekê de ragihandibû, ku "peyamên gefê ji hêzên Iraqê gihîştine me."

Her wiha Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser hesaba xwe ya twitterê ragihandibû, peyamên tund û metirsîdar ji hêzên iraqî gihîştine wan ku dixwazin êrişeke mezin bikin ser başûr û rojavayê Kerkûk û bakurê Mûsilê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.