Rosneftê dest bi cîbicîkirina projeyekê li Kurdistanê kir

rosneft dibêje me dest bi cîhbicîh kirina projeya xwe kiriye
کوردستان TV
100%

 

Şirketa Ros Neftê ya Rûsyayê û Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku wan dest bi cîbicîkirina projeya xebitandina xetên boriyên petrolê ya hevbeş li herêma Kurdistanê kir ku şirketa rûsî bi pişka 60% tê de beşdar e.

Ros Neftê bi daxuyaniyekê ragihand: Şirketê 'Ros Neft' û hikûmeta Kurdistanê li Foruma Aborî ya 10an li Herêma Aborî ya Asyayî (Ewrosayê) ragihandiye ku dê dest bi sepandina projeya xebitandina boriyên petrolê ya hevbeş li herêma xweser kurdî bikin."

Roja çarşemê Rosneft a Rûsyayê girêbesteke mezin digel Herêma Kurdistanê îmze kiribû ku hem li ser gazê hem jî li ser petrolê bû.

Herwiha Rosneft plan dike ku bernameyeke keşf û hilberînên di destpêka 2018an bide destpêkirin.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.