Êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê hat kirin

jinek êrîşî ser navendeke leşkerî ya Amerîkayê kir
کوردستان TV
100%

 

Jineke nasnameya wê nediyar gule reşand ser baregeha leşkerî Fort Stewartê yê li Gurcîstanê ya Amerîkayê.

Baregeha leşkerî Fort Stewartê li Gurcîstanê ya Amerîkayê li ser facebookê eşkere kir ku ji aliyê jineke nasnameya wê nediyar gule hatiye reşandin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku jin ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin û di bûyerê de mirî û birîndar çênebûne, lêpirsîna derbarê bûyerê de jî dewam dike. Herwiha derbarê naveroka bûyerê de jî ti agahî nehat dayîn.

Berdevkê Baregehê Kevîn Larson ji Wsaw.comê re axivî û eşkere kir ku bûyer di saetên nîvro de pêk hatiye.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.