Dalkurd gihişte lîga nuwazeyên Swêdê

tîmeke Kurdistanî serkeftineke mezin bidest xist
کوردستان TV
100%

 

Tîma futbolê Dalkurd gihişte lîga nuwazeyên Swêdê ya bi navê "Allsvenskan".

Dalkurd ku kaptanê tîmê Pêşrew Ezîzî yê ji Rohilatê Kurdistanê ye, bi maça xwe ya dawîn ku encama wê 1-0 bû, bi ser ket û gihişte lîga nuwazeyên Swêdê ya bi navê "Allsvenskan".

Ev serkevtina Dalkurdê, ne tenê di dîroka Kurdistanê de, herwiha navê xwe di dîroka Swêdê de jî da nivîsandin ku tîma yekem e ku kariye di nav 13 salan de ji lîga 6emîn bigihîje lîga nuwazeyan.

Serokê Tîma Dalkurdê Remezan Kizil ragihand ku em gelek kêfxweş bûn bi vê serkevtinê. Me hewl da bi vê serkevtinê hemû Kurdan kêfxweş bikin. Em vê serkevtinê diyarî dikin bo pêşmergeyên Kurdistanê û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê.”

Kizil herwiha diyar kir: “Me bi serkevtina xwe nîşan da, ku eger ji Kurdan re derfet were dayîn, em dikarin nîşan bidin ku em ne kêmî ti dewletên cîhanê ne.”

Lîstikvanê Dalkurdê Rewan Emîn jî destnîşan kir: “Ez nikarim ti peyvek bibînim da ku bextewariya xwe nîşan bidim.”

Dalkurd di sala 2004an de li Swêdê ji aliyê Kurdên li wî welatî hate damezrandin û li Ewropayê ji tîmên herî serkevtî yên penaberan e.

Fûtbolê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.