Nûçeya hatina hêzên Îraqî bo Îbrahîm Xelîl direv derçû

ti hêzeke Îraqê ne çûye deriyê Îbrahîm Xelîl
کوردستان TV
100%

 

Nûçeya ku ji aliyê rayedar û medyaya Tirkiyeyê ve hatibû belavkirin direv derçû.

Piştî ku Serokwezîrê Tirkiyeyê û Cîgirê Serokê APKê Binali Yildirim di civîna partiya xwe ya li parlementoyê de diyar kir ku niha deriya Îbrahîm Xelîl di destê artêşa Îraqê deye, medyaya Tirkiyeyê jî ew nûçeya han belav kir, lê derket ku ev nûçe û gotinên han direvin.

Jêderên herêmî li Îbrahîm Xelîlê diyar kirin ku bûyera ku îro li derdorê Îbrahîm Xelîl qewmiye tenê serdana Serokerkanê Îraqê bûye bo cem ew 35 çekdarên Îraqî yên ku li gel artêşa Tirkiyeyê li Silopî beşdariya tetbîqateke leşkerî kirine.

Rayedarên deriyê sînor ya Îbrahîm Xelîlê diyar  kirin ku deriya han di destê hikûmeta Kurdistanê û hêzên pêşmerge deye.

 

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.