Amedspor dê di lîga 1 de têbikoşê

Amedspor vê bi coşeke mezin beşdariya lîgeke din bike
کوردستان TV
100%

 

Tîma jinan a fûtbolê ya Amedsporê ku dê cara ewilê di lîga 1. Ya Tirkiyê de bilîze roja yekşemê di saet 11.00an de dê bi Beşiktaş re bilîze.

Di lîga ku 10 tîm tê de têdikoşin îsal cara ewile ku dê Tima Jinan a Amedsporê jî tê de cih bigre. Tîma Jinan a Amedsporê yekemîn tîma jinane ku ji herêma kurdan beşdarî vê lîgê bûye. Tîma Jinan a Amedspore roja Yekşemê dê bi tîma jinan ya Beşiktaş re bilîze ku yek ji kevintîrîn tîmên fûtbola Tirkiyê ye.

Dîrektorê tîma jinan Bilal Yakut e. Gelek futbolîstên tîmê jinên xwendekarê zanîngehê ne. Lewma gelek caran ew antrenmanên xwe ber êvaran dikin.

Fûtbolê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.