Hikûmeta Herêma Kurdistanê 100 milyon dolar da kompanyayên petrolê

hikûmeta Kurdistanê 100 miliyon dolar da çend kompaniyan
کوردستان TV
100%

 

 

Bi tevê ku asta hinardekirina petrolê ya Herêma Kurdistanê ji rojane 600 hezar bermîlan dakete 220 hezar bermîlan, hikûmeta Herêma Kurdistanê di meha derbasbûyî de karî heqdestên kompanyayên petrolê û karkerên wan bide. Ev yek jî ji bo wan kompanyayan dibe hêviyek, ku karên xwe yên li Kurdistanê berdewam bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 100 milyon dolar weke wek heqdesta hinardekirina petrolê da kompanyayên DNO ya Norveçî, Genel Energy a Tirkî-Îngîlîzî, Gulf Keystone ya Îmaratî û Gazproma Rûsî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya bazara petrolê de, petrola xav difiroşe kompanbyayên bazirganî yên weke Vitol, Petraco, Trafigoro û kompanyaya petrolê ya nîştîmanî ya Rûsî Rosneftê.

Pêşfirotina petrolê rê dide hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku bikare denynên xwe yên kevin bide û nehêle qeyrana bûedceyê serhilde.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.