Civînên sê alî yên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê didomin

civîneke din ya sê alî derbarê Sûriyayê de li Tirkiyeyê hat lidaxistin
کوردستان TV
100%

Wezîrên derve yên her sê welatan li Tirkiyeyê li ser rewşa Sûriyayê civiyan.

Îro li bajarê Antalya yê Tirkiyê, Wezîrên Derve yên Komara Islamî ya Îranê Muhamed Cewad Zarif, yê Rûsya Sergey Lavrov û yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu li bajarê Antalya yê Tirkiye civîneke sê alî liser çareseriya pirsa Sûriyê encam dan.

 Piştî civînê Lavrov axivî û got; Civîn gelek sûdewer bû. Em liser hemû babetan hemaheng bûn.”

Civîna wezîrên derve, berî civîna Serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê ku 22ê Mijdarê dê li bajarê Soçî yê Rûsya pêk were hate encam dan. Ligor zanyariyan babetên ku nûnerên her 3 welaan yên serbazî û siyasî li Sûriyê di hemahengiyê de bin û li Sûriyê bimînin.Dihête çaverêkirin di 22ê vê mehê de Pûtin, Erdogan û Hesenê Rûhanî li bajarê Soçî yê Rûsya civîneke sêqolî encam bidin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.