Taybetiyeke din ya Snapchatê li WhatsAppê hat bar kirin

Whatsapp pêngaveke nû avêt
کوردستان TV
100%

Bernameya peyamşandinê ya popûler WhatsApp, taybetiyeke din li platforma xwe zêdedike.

Bernameya peyamşandinê ya popûler, ji bo platforma wê balê bikşîne nûjenkirinên xwe berdewam dike. WhatsApp a ku di rojên borî de, taybetiya peyama ku hatiye şandin jê were birin xistibû meriyete niha jî bi nûjenkirina xwe ya nû di rojevê de ye.

WhatsAppê piştî ku taybetiya çîrokan a wêneyî ji Snapchatê li platforma xwe bar kir, niha jî taybetiyên nêzî wê hewl dide ku li platforma xwe biguncivîne.

Li gor nûçeya WABetaInfo, WhatsApp etîkeyeke lokasyonê ya ku dişibe etîketa saetê li platformê zêde dike.

Zanist û Teknolojî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.