Şandeke din ya Bexdayê gehêşte Hewlêrê

venêrînê bo mûçeya 5 wezaretan dike
کوردستان TV
100%

Şandeke din ya Bexdayê bi mebesta venêrîn kirin li ser mûçeyan gehêşte Hewlêrê.

Di çarçoveya danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de yên bo çareser kirina kêşeyên heyî bi taybetî kêşeya bûdce û mûçeyên karmendên hikûmeta Kurdistanê de, piştî lihev kirina Hewlêr û Bexdayê li ser mûçeyên her du wezaretên Perwerde û Tendirustî, îro şandeke din ji Bexdayê gehêşte Hewlêrê.

Armanc ji serdana vê şanda han giftûgo kirin li gel rayedarên Kurdistanê ye bo venêrîn kirin li ser lîsta mûçeya pênc wezaretên din yên hikûmeta Kurdistanê.

 

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.