Ji bo Amedsporê qedexeya pêşbirka deplesmanê ya 46em

bi tîmên fotbola Kurdan jî rehim nakin
کوردستان TV
100%

Ji bo pêşbirkên Amedsporê qedexeya deplesmanê ya bêalîgir didome. Tîma Amedê vê hefteyê jî wê bê piştgiriya alîgiran li deplesmana Inegolsporê derkeve qadê.

Di têkoşîna Lîga 2em Koma Sor de Inegolspor li qada xwe wê Amedsporê biezimîn e. Pêşbirk di 18ê Adarê roja yekşemê saet di 15.00an de wê destpê bike. Bi serokatiya Qeymaqamê navçeyê Ali Akça ve Lijneya Ewlehiyê ya Werzişa Navçeyê bi hinceta tevdîran biryara ku tîma mêvan bê piştgiriya alîgiran derkeve qadê da.

Her wiha bi sedema vê biryarê tîma Amedspor wê bê piştgiriya alîgiran derkeve pêşbirka deplesmanê ya 46em.

Fûtbolê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.