Kurdistanê peymaneke 10 salî bi Hilal Oil û DANA GASê re îmze kir

li gel du kompaniya rêkeftin îmze kiriye
کوردستان TV
100%

 Hat ragihandin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê peymaneke 10 salî bi şirketên xaz û petrolê yên Hilal Oil û DANA GASê re îmze kir.

Rêkeftineke 10 salî di navbera hikûmata Herêma Kurdistanê û herdu şirketên Îmarata Erebî Hilal Oil û DANA GASa ku di bin navê Pearl Petroleum konsorsiyom hatine avakirin, bo zêdekirina hilberîna xazê hatiye îmzekirin.

Li gor zanyariyan dê proje ji aliyê DANA GAS û Hilal Oilê were birêvebirin. Di çarçoveya xebatên zêdekirina hilberîna xazê de armanc ew e ku heta 2 salan hilberin ji sedî 120 zêde bibe û rojane hilberin bigihîje 900 milyon metrokupî.

Peyman di navbera Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hawramî, Serokê Lijneya Rêveberiya Hilal Oilê Mecîd Cafer û Serokê Lijneya Rêveberiya DANA GASê Patrick Alman Ward de hatiye îmzekirin. Derbarê rêkeftinê de Serokê Lijneya Rêveberiya Hîlal Oilê Mecîd Cafer diyar kir ku ligel Kurdistanê rêkeftineke 10 salî pêk anîne.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.