Kûpaya Cîhanê piştî ku li 50 welatan geriya hat Rûsyayê

îro bi fermî gehêşte cêyê mezûbaniyê
کوردستان TV
100%

Kûpaya Cîhanayê ya FIFAyê a orjînal piştî ku li 50 welatan geriya gihaşt bajarê Vladivostokê ya Rûsyayê ku dê xwedîmaltiyê ji Kûpaya Cîhanê ya 2018an re bike.

Kûpaya ku dê pîştî tûrnûvayê bibe ya tîma serkeftî, beriya şampiyonayê derket tûra cîhanê ya kevneşopiyê. Kûpayê 48 saetên xwe li Japonyayê derbas kir û piştî gera 50 welatan hat rawestgeha xwe ya dawî Rûsyayê. Kûpa li bajarê Vladivostokê bi xwê, nan û avê hat pêşwazîkirin ku di çanda Rûsyayê de dostaniyê temsîl dike. Kûpayê ji aliyê fitbolîstê brezîlî Gilberto Silva, mankenên nûnerên Kûpaya Cîhanê yên 2018an ên fermî Viktoriya Lopireva û Natalya Vodyanovayê ve hat pêşwazîkirin.

Kûpa piştî ku li 9 bajarên Rûsyayê bê pêşandan dê biçe paytext Moskowê. Kûpaya Cîhanê di navbera 14ê Pûşber-15ê Tîrmehê de li 11 bajarên Rûsyayê 'Moskow, Kaliningrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nijniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçi û Yekaterinburgê' dê bê li darxistin.

Fûtbolê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.