Hê jî li ser hinardekirina petrola Kerkûkê gotûbêj nehatiye kirin

hîn jî ti rêkeftineke yekcarî nehatiye kirin
کوردستان TV
100%

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî ragihand ku her çi qas ji aliyê rayedarên hikûmeta Iraqê ve pêşwazî li pêşniyarê hatiye kirin ku petrola Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ve were hinardekirin, lê heta niha gotûbêjeke cidî li ser vê mijarê nehatiye kirin.

Sefin Dizeyî roja duşemê 7ê Gulana 2018an li Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de  derbarê hinardekirina petrola Kerkûkê de ragihand: “Li ser hinardekirina wê 250 hezar bermîlên ku berê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji petrola Kerkûkê dihate hinardekirin û piştî bûyerên sala derbasbûyî (16ê Cotmehê) di bin kontrola hikûmeta Iraqê de ye, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşniyarek pêşkêşî Wezareta Petrol û Serokwezîrê Iraqê re hatiye kirin.”

Dizeyî herwiha eşkere kir: “Pêşniyar ev bû; petrola ku niha sûd jê nayê wergirtin, bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ve hinardeyî Tirkiyê bikin. Kompaniya SOMO ku ya Iraqê ye, bila bazar bike û bifiroşe, dahata wê jî têxe xezîneya giştî ya Iraqê. Bi vî awayî Herêma Kurdistanê û hemû Iraq dê jê sûd werbigre. Weke pêşniyar, hatiye pêşwazîkirin, lê weke gotûbêj û aliyê teknîkî, heta niha nehatiye gotûbêjkirin.”

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.