Kupaya cîhanî ya futbolê îro li Rûsya destpê dike

îro yekem yarî destpê dike
کوردستان TV
100%

Kupaya Cîhanî ya Futbolê îro Pêncşemê bi lîstina Rûsya û Erebistana Saudî destpê dike.

Serokê Rûsya Vladimir Putin jî beşdarî seremonîya vekirinê dibe ku çaverê ye 80,000 kes li Stadyuma Luzhniki ya Moskowê bicivin.

Rûsya jib mêvandrîya Kupaya Cîhanî 13 mîlyar dolar xerc kirine û maçên kupayê wê li 11 bajarên cihê werine lîstin.

Lîstinên gruban heta 28’ê wê bidomin û di 30'ê mehê tîmên ku ji gruban derketine dest bi maçên xwe bikin.

Brezîlya, Fransa, Îspanya, Arjantîn û şampîyona herî dawî Almanya favorîyên vê carê ne ku hewil bidin ku di nav 32 tîmên giştî de kupayê wergirin.

Rêxistina Federasyonên Navnetewî ya Futbolê (FIFA) dide zanîn ku di kupaya cîhanî ya 2014’an de nêzî 3 mîlyar kes, herî kêm beşeke maçekê temaşe kirin û 1 mîlyar kes maça fînalê ya navbera Almanya û Ajjantînê temaşe kirin.

Voa

 

Fûtbolê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.