Di Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyê de Diyarbekirspor bi ser ket

2 bi 1 reqîbê xwe têk biriye
کوردستان TV
100%

 Maçên dawî yên Gera 3yan a Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyê duh hatin lîstin û Diyarbekir bi encama 2 û 1ê bi ser ket û derket gereke jortir.

Eskîşehîr di Lîga 1emîn, Diyarbekir di Lîga 3emîn de dilîze. Maç li Amedê bû. Di xuleka 18yan de Eskîşehîr bi lîstikvanê xwe Îbrahîm Halîl Oner bi 1-0 derket pêş. Nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû.

Di nîveka duyemîn de Diyarbekir Sporê xwe nîşan da. Di deqîqeya 50yî de Tonulay Yurtseven, di deqîqeya 62yan de Reşo Akin li ser navê Diyarbekirê gol avêtin û encam bû 2-1.  Di deqîqeyên dawî de encam neguherî û bi vê yekê Diyarbekir Spor derbasî Gera 4an bû, Eskîşehîr vegeriya mala xwe.

PeyamaKurd

Fûtbolê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.