Ji ber Covîd-19ê EURO 2020 heta salekê hatiye taloqkirin

jiber koronayê hatiye taloqkirin
کوردستان TV
100%

UEFAyê ji ber vîrûsa Covîd-19yê ya kûrewî îro civîya ye û biryara nekirina EURO 2020ê dane. Federasyona Futbolê ya Norweçê biryar eşkere kirî ye.

Yekitiya Federasyonên Futbolê ya Ewropayê (UEFA), biryar daye ku EURO 2020 heta havîna 2021ê taloq bibe.

Federasyona Futbolê ya Norweçê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandîye û gotiye diviyabû ku EURO 2020 li 12yê meha Hezîran û 12yê Tîrmehê pêkbihata, ji ber vîrûsa Covîd-19yê wê bi heman dîrokê di sala 2021ê da pêk were.

UEFAyê îro li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê rezervasyonên ku ji bo rêza pêşbirkan terxan kirîbû, hemû betal kirine. Herweha bajarê Kopenhagê yek ji wan bajaran e ku EURO 2020 lê dihat pêk bihata.

bianet (PT/AY/FD)

Fûtbolê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.