Amerîka: Vê 50 hezar kes werin kuştin

rûsye 110 hezar leşker şandiye ser sînor û Ukrayna jî xelkê xwe çekdar kiriye û xistiye amadebaşiyê.
کوردستان TV
100%

Îstîxbarata Amerîkayê derbarê Ukraynayê de raportek weşand.

Aloziyên navbera Rûsye û welatên Rojavayî li ser Ukraynayê berdewamin û her ku diçe egera êrîşa Rûsyeyê ya bo ser Ukraynayê zêdetir dibe.

Di vê çarçoveyê de îstîxbarata Amerîkayê raportek amade kiriye û têde diyar kiriye ku eger Rûsye êrîşî ser Ukraynayê bike, vê di demeke kêm de, Rûsye karibe paytexta Ukraynayê jî dagîr bike.

Di beşeke din ya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku eger Rûsye êrîş bike û Ukraynayê dagîr bike, vê herî kêm 50 hezar kes canê xwe ji dest bidin û zêdetir ji 5 miliyon kes jî aware bibin.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku niha Rûsye 110 hezar leşkerên xwe bi çekên giran li ser sînorên Ukraynayê kom kiriye û hêzên han di amadebaşiyê dene.

Weke tê zanîn Rûsye li dijî vê yekê ye ku Ukrayna bibe endamê NATO li NATO, Amerîka û welatên din dixwazin ku Ukrayna jî bibe endamê NATO yê.

Ji aliyeke din ve, Ukranya seferberiya nîştimanî li welat ragihandiye û ji bilî hêzên leşkerî yên xwe, xelkê xwe jî çekdar kiriye û xistiye amadebaşiyê de.

N: E. G

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.