Siûdiye li Îraqê projeyên mezin cîhbicîh dike

Siûdiye nêzî 2 miliyar dolar deyin daye Îraqê.
کوردستان TV
100%

Bi fermî daxwaz ji Îraqê kiriye projeyan erê bike.

Balyozê Siûdiyeyê yê li Îraqê Ebdulezîz Şemerî ji çapemeniya Îraqê re gotiye ku, Siûdiye amadeye li Îraqê çend projeyên girîng yên çandiniyê û xwedî kirina sewalan cîhbicîh bike.

Ebdulezîz Şemerî herwiha daye zanîn ku, hikûmeta Siûdiyeyê ji aliyên Îraqî re gotiye ku, dixwaze li çola Semave ( yek ji mezintirîn çolên Îraqê ye ku, dikeve başûrê Îraqê) çend projeyên mezin yên çandiniyê û xwedî kirina sewalan cîhbicîh bike û niha li benda bersifa aliyên Îraqiye.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku, ji beriya 6 salan heta niha Siûdiye zêdetir ji 1 miliyar û 500 miliyon dolar deyin daye Îraqê.

Rojhilata navîn Îraq Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.