Nêzî 600 Pîşesaz li navçeya pîşesazî ya Dihukê kar dikin

têçûya vê projeyê 62 miliyon dolare.
کوردستان TV
100%

Ev navçeya han li ser rûberê 300 doniman hatiye avakirin.

Projeya pîşesaziya tirimbîl ya li Dihukê ku, yek ji projeyên girîng û steratejîkî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye, dikeve deriyê başûr yê Dihukê û ji 5 navçeyên curbicur yên pîşesazî pêk hatiye.

Ev navçeya han ya pîşesazî li ser rûberê 300 doniman hatiye avakirin û têçûya ava kirina vê projeya han zêdetir ji 62 miliyon dolare.

Ji 5 beşên vê navçeyê niha 2 beşên vê ku, ji nêzî 3 hezar dikan û kargehan pêk hatiye amadeye û pîşesaz têde kar dikin.

Li vê navçeyê nêzî 600 pîşesaz di warên curbicur de kar dikin û derfetên karî jî bo gelek xelkê deverê hatine afirandin.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.