Dolar li Tirkiyeyê difire

bankaya navendî rêjeya fayîzê zêde kir.
کوردستان TV
100%

Erdogan ji gotinên xwe yên derbarê fayîzê de poşman bû.

Rixmî poşman bûna Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ji gotinên xwe yên ku, digot ez abûrîzanim û sedema sereke ya qirîza darayî ya Tirkiyeyê rêjeya bilind ya fayîzê ye û ez fayîzê kêm dikim û qirîza darayî namîne û lîre buha dibe, lê lîreya Tirkî her diçe dadikeve û bêbuha dibe.

Îro pêncşem komîteya Serokatiya bankaya navendî ya Tirkiyeyê piştî demeke dirêj û beruvajî gotinên Erdogan, rêjeya fayîzê bilind kir lê dîsa jî dola firî.

Dola ku, heta îro beriya biryara bankaya navendî bi 23 lîre û 53 qirûşan bû, piştî biryara bankaya navendî ya bo bilind kirina fayîzê dîsa firî û buhayê yek dolar gehêşte 24 lîre û 20 qirûşan û buhayê yek euro jî gehêşte 26 lîre û 60 qirûşan.

Rojhilata navîn Tirkiye Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.