Kurdistan amadeye bo pêşwaziya torîstan

piraniya torîstên têne Kurdistanê şêniyên navend û başûrê Îraqê ne.
کوردستان TV
100%

Tê payîn di 4 rojên cejnê de hijmareke zêde torîst serdana Kurdistanê bikin.

Wezareta torîzimê ya hikûmeta Kurdistanê ragihandiye ku, demsala torîzmê li Kurdistanê de destpê kiriye û tê payîn îsal hijmareke gelek zêde torîst serdana Kurdistanê bikin.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku, li gel hatina havînê demsal (sezon)a torîzimê li Kurdistanê destpê dike û jiber dawî hatina perwerdehî û bilind bûna pileyên germî li navend û başûrê Îraqê vê gelek welatiyên Îraqî serdana cîhên torîstîkî yên Kurdistanê bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, Kurdistanê amadeye pêşwazî ji zêdetir ji 300 hezar torîstan di rojên cejnê de bike.

 

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.