100 hezar torîst serdana Helebceyê kirine

25 hezar ji wan torîstan welatiyên Kurdistanê bûne.
کوردستان TV
100%

Tenê di nava 4 rojên cejnê de ev torîst çûne Helebce.

Li gor daxuyaniyeke birêveberatiya torîzma Helebceyê îsal çûna torîzman bo vê parêzgehê li gor salên derbasbûyî gelek zêde bûye.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, bi tenê di nava 4 rojên cejna Qurbanê de zêdetir ji 100 hezar torîst ji deverên curbicur yên Kurdistan û Îraqê serdana cîhên torîstîkî yên li parêzgeha Helebceyê kirine.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, 25 hezar ji wan torîstan welatiyên Kurdistanê bûne û 75 hezarên din jî ji başûr û naverasta Îraqê serdana Helebceyê kirine.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.