Îraq li gel kompaniyên herêma Kurdistanê rêkeftin îmze dike

jiber nebûna gazê Îraqê rastî kêşeya bêelektirîkiyê hatiye.
کوردستان TV
100%

Bo dabîn kirina gazê ev rêkeftin tê îmzekirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî duhê bişev piştî civîna civata wezîran di preskonferansekî de ragihand ku, dixwazin bo dabîn kirina gazê rêkeftin li gel ev kompaniyên gaz û petrolê yên li herêma Kurdistanê rêkeftin îmze bikin.

Sûdanî diyar kiriye ku, jiber dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê, Îraq nikare pereyên Îranê bide Îranê lewre hawirde kirina gazê ji Îranê jî kêm bûye û ev jî bandor li ser dabîn kirina elektirîkê li Îraqê kiriye.

Sûdanî diyar kiriye ku, ev dixwazin bo dabîn kirina gazê û çareser kirina vê kêşeyê  li gel kompaniyên li herêma Kurdistanê rêkeftin îmze bikin.

Rojhilata navîn Îraq Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.