Amerîka rê da Îraqê pereyên Îranê radest bike

Amerîka 120 roj dem daye Îraqê.
کوردستان TV
100%


Ev pere bi rêya bankên biyanî têne radestkirin.

Li gor nûçeyeke ajansa nûçeyanya Reuters Amerîka rezamendiya xwe li ser şêwaza nû ya radest kirina pereyên blokekirî û pereyên gazê yên Îranê diyar kiriye.

Reuters li ser zarê rayedarekî Amerîkî ragihandiye ku, Amerîka qebûl kiriye ku, Îraq pereyên Îranê bi rêya bankên biyanî radestî Îranê bike.

Amerîka tenê 120 roj daye Îraqê daku, bi vê rêbaza han pereyên Îranê bişîne û piştî vê demê, Îraq nikare pereyên han bişîne.

Nûçe Cîhan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.