Berhemeke din ya Cotkarên Kurd tê henarde kirin

tê payîn berhema îsal ya Cotkaran zêdetir ji 600 hezar ton be.
کوردستان TV
100%

Bo welatên Kendav û Urdinê tê henardekirin.

Di çarçoveya hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo henarde kirina berhemên Cotkarên Kurd de, niha amadekarî bo henarde kirina petatên Cotkarên Kurd tê kirin.

Li gor daxuyaniya wezareta çandiniyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ji niha ve amadekarî tê kirin daku, bi sed hezaran ton petatên Cotkarên Kurd di çarçoveya steratejiya hikûmetê y abo piştîvanî kirina berhemên navxweyî de, bo welatên Kendav û Urdinê werin henardekirin.

Wezaretê diyar kiriye ku, tê payîn îsal zêdetir ji 600 hezar ton patatên xwarinê û 120 hezar ton petatên pîşesazî jî li Kurdistanê werin berhemanîn.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.