Êrîşî ser navendeke din ya Amerîkî hate kirin

Îran jî ji tirsan helwesta xwe guhertiye.
کوردستان TV
100%

Komên çekdar yên ser bi Îranê ev êrîş pêk aniye.

Îro yekşem 29 Cotmehê komên çekdar yên ser bi Îranê daxuyaniyek li ser pêgehên xwe yên li medyaya sosiyal belav kirin û ragihandin ku, bi du dronên bombekirî êrîşî ser navenda hêzên Amerîkî ya li Şedadê kirine.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, du dronên bombekirî yên wan navenda hêzên leşkerî ya Amerîkî ya li Şedadê ya li Başûrê Hesekê kirine armanc û ev her du dron di nava navendê de ketine erdê.

Heta niha Amerîka di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.

Weke tê zanîn Amerîka weke bersifdayîna wan êrîşan roja înê çend navendên komên çekdar yên ser bi Îranê li Sûriyeyê ji nav biribû û gef li Îranê kiribû ku, eger êrîş berdewam bin vê Amerîka raste rast êrîşî Îranê bike.

Ji aliyeke din ve duhê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî beruvajî daxuyaniyên berê diyar kiribû ku, komên çekdar ferman ji Îranê wer nagirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.