Li Derayê di salekê de 621 kes hatin kuştin

piraniya wan jin û zarokin.
کوردستان TV
100%

SOHR’ê ragihand ku li parêzgeha Derayê ji destpêka 2023′yan ve 621 kes hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li bajarê Mihecê yê li bakurê Derayê, duh ciwanek ji aliyê çekdarên ve hatiye qetilkirin.

Li gorî SOHR’ê ciwanê hatiye kuştin ji hêzên hikumeta Şamê vekişiyabû û di sala 2018′an ve vegeriyabû bajarê xwe û karê xwe yê necariyê dikir.

Li bajarokê Til Şihab ê li rojavayê Derayê ku ji herêmên “çareserkirinê” ye, ji ber şerê di navbera du malbatan de ciwanek ji aliyê pismamê xwe ve hat kuştin.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka 2023′yan ve, ji ber aloziya ewlehiyê 388 kes bi rêbazên cur bi cur hatin kuştin.

SOHR diyar kir ku ji destpêka 2023′yan ve, di encama sûcên wekî tundiya malbatî, dizî an jî bi sedemên din ên nediyar de 233 kes (51 jin, 159 mêr û 23 zarok) hatine kuştin.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.