4 zarok li nexweşxaneyekê canê xwe ji dest dan

çend rayedar ji kar hatine avêtin.
کوردستان TV
100%

Agir bi qawişa zarokan ya nexweşxaneya Dîwaniyeyê ketiye.

Li gor çapemeniya Îraqî duhê bişev agir bi qawişa taybet ya bi weledandinê ya naxweşxaneya bajarê Dîwaniyeyê ketiye.

Di encama bûyera han de 4 zarokên biçûk canê xwe ji dest dane û herî kêm 30 zarokên din jî rastî bêhin tengiyê hatine.

Piştî bûyerê Serokwezîrê Îraqê fermana lêkolînên berfire li ser bûyer daye û heta eşkere bûna encamên lêkolînê çend rayedarên tendirostî yên li Dîwaniyeyê ji ser karên xwe hatine avêtin.

Hevdem wezîrê tendirostî yê Îraqê yê ku, serdana deverê kiriye ragihandiye ku, sedema bûyerê hîn jî nediyare û di encama bûyerê de herî kêm 4 zarok canê xwe ji dest dane û bo eşkere kirina sedema bûyerê dest bi lêkolîn kirinê hatiye kirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.