Amerîka: FLY Îraq hevkariya Îran û hizbulahê kiriye

hevkariya hizbulah û spaha Qudisê kiriye.
کوردستان TV
100%

Duhê Amerîka FLY Îraq xiste lîsteya dorpêçan.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski derbarê biryara Amerîkayê ya bo ceza kirina xeta asmanî ya Îraqê FLY Îraq ragihandiye ku, belge di destê Amerîkayê de hene ku, ev kompaniya han hevkariya Îran, spaha Qusid û çekdarên hizbulahê kiriye.

Romanowski eşkere kiriye ku, FLY Îraq çek, cebelxane û pêdiviyên din yên locistîkî ji Îranê bo Libnan û Sûriyeyê veguhastiye û di warê qaçaxçîtiyê de xizmeteke mezin bi Îran, spaha Qudis û çekdarên hizbulahê kiriye lewre Amerîka ev kompaniya han xistiye nava lîsteya cezayê xwe de.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.