Amerîka li du bajarên Îraqê li çekdarên Îranî da

navendên dronên Îranî hatine wêrankirin.
کوردستان TV
100%

Gelek kuştî û birîndarên çekdaran hene.

Li gor çapemeniya Îraqî duhê bişev piştî seat 12ê şevê hêzên Amerîkî bi balefir û mûşekan êrîşî ser çekdarên Îranî yên li Îraqê ( heşda şebî) kirine.

Li gor zaniyariyên berdest di encama êrîşên han de yaku, li Babîl û Bexdayê de pêk hatine gelek çekdarên heşda şebî hatine kuştin.

Herwiha di êrîşên han de çend navendên perwerdekirinê, dabîn kirina locistîkî û navendên perwerde kirina dronan û bikar anîna dronan jî hatine wêrankirin.

Heşda şebî jî ev êrîş pişt rast kiriye lê dibêje tenê çekdarekî wan hatiye kuştin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.