Li Kampa Holê 31 çete û hevkarên wan hatin girtin

ev sê roje operasiyon didome.
کوردستان TV
100%

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD û YPJ`ê di 3 rojên pêşîn ên Operasyon Mirovî û Ewlehiyê de 31 çete û kesên bi wan hevkar in girtin.

Li gor nûçeyeke anhayê hêzên ewlekariya hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 27`ê Çileyê destpêkirina qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" ragihand.

Hêzê xebatên lêgerînê ji beşa muhecîrat a kampa Holê dest pê kirin.

Piştî destpêkirina operasyonê, jin û zarokên DAIŞ`ê li beşa muhecîrat bi keviran êriş rojnamevan û hêzên ewlehiyê kirin û di encamê de nûçegihanek birîndar bû.

Di roja yekemîn a operasyonê de hêzên beşdar gelek mayîn desteser kirin. Her wiha çeteyekî ku cilê jinan li xwe kiribû girt û tonel dîtin.

Di êvara roja yekemîn a xebatên lêgerînê de, jinan û zarokên DAIŞ`ê tevlihevî di nava kampê de derxist, êriş noqteyên tîmên qeydkirina belgeyên niştecihên kampê kirin û hewl dan wan noqteyan bişewitînin.

28`ê ÇILEYÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) di roja duyemîn de xebatên lêgerînê di beşa muhecîrat a kampa Holê de domandin.

Tonekel ku 2 çete tê de xwe veşartibûn dîtin, ew çete girtin. Her wiha çekên birek û kêr desteser kirin, lêgerîn li zêdetirî ji sedî 80`ê wê beşê çêkir.

Hêzên beşdar di 2 rojan de 4 mayîn desteser kirin û 21 kesên bi şaneyên DAIŞ`ê re hevkar in girtin.

29`ê ÇILEYÊ

Di roja sêyemîn a operasyonê de, xebatên lêgerînê di beşa muhecîrat de berdewam kirin. Hêzê gelek stargehên nû dîtin, gelek çete girtin, alên DAIŞ`ê û diravên metal ên çeteyan, bombeyeke destan, sûr û gelek amûrên leşkerî desteser kirin.

Di sibeha 29`ê Çileyê de zarokên DAIŞ`ê agir dadan, li dorê xelek çêkirin, bi keviran êriş hêzên ewlehiyê û leşkerî  kirin û di destê wan de kêr hebûn sloganên çeteyên DAIŞ`ê berz kirin.

Ji bo naskirina rewşê ji nêz ve, şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana kampê kir. Rêveberiya Kampê di serdanê de ji şandeyê re destnîşan kir ku ruxmî dewreyên perwerdeyê yên ji zarokan re hatine lidarxistin, lê ew ji berê "tundrawtir" bûne.

Li aliyekî din, Rêveberiya Kampa Holê, qeydkirina agahiyên girêdayî jinên DAIŞ`ê yên di beşa muhecîrat de dimînin, didomîne ku navên wan qeyd dike, wêneyên kesayetî ji wan re dikişîne û şopê destan û çavan jî digire.

Di 3 rojan de Hêzên Ewlekariya Hundirîn 8 kesên din girtin. Bi wê re heta niha 31 kes li kampê hatine girtin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.