Çekdarên Îranî ala spî bo Amerîkayê bilind kirin

hinek kom jî navendên xwe vala kirine û berpirsên xwe veşartine.
کوردستان TV
100%

Hizbulaha Îraqî êrîşên xwe dijî Amerîkayê rawestand.

Li gel dom kirina gefên Amerîkayê bo bersifdayîneke dijwar û berfire ya êrîşa ku, bo ser navenda kule 22 ya Amerîkî ya li Urdinê, komên çekdar yên Îranî jî ji tirsa perçe bûn û hinek ji wan gefa domandina êrîşan dikin û hineke din jî rixmî vala kirina navendên xwe, berpirsên xwe ji Bexdayê bo cîhên nediyar veguhastine.

Hineke din jî weke hizbulaha Îraqê ku, baskeke girîng ya eniya berxwedana Îslamî ya ser bi Îranêye ji tirsa ala spî rakir û ragihand ku, tevahiya êrîşên xwe dijî hêzên Amerîkî rawestandine lê eger Amerîka êrîşî ser wan bike vê bersifa êrîşê bidin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.