2 Fermandarên din yên Îranî hatin kuştin

herî kêm 4 leşkerên Îranî jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Çend kesên çekdar êrîşî ser hêzên ewlekarî yên Îranê kirine.

Li gor çapemeniya Îranî şeva derbasbûyî li parêzgeha Faris çend kesên çekdar êrîşî ser hêzên ewlekarî yên Îranê kirine.

Di encama êrîşa han de herî kêm 2 Fermandarên hêzên ewlekarî yên Îranê hatine kuştin û 4 leşkerên rejîmê jî birîndar bûne.

Çapemeniya rejîmê dibêje kesên êrîş pêk anîne bazirganên madeyên hişber bûne û piştî êrîşê ji cîhê bûyerê reviyane.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.