Êrîşên Amerîkayê bo ser çekdarên Îranî destpê kirin

gelek çekdar hatine kuştin û êrîşên Amerîkayê jî berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev herî kêm 50 çekdar hatine kuştin.

Duhê bişev Amerîka bi fermî dest bi bersifdayîna êrîşên komên çekdar yên li Îraq û Sûriyeyê bo ser hêzên Amerîkî yên li Îraq û Sûriyeyê kiriye.

Di vê derbarê de duhê bişev bo cara ewil Amerîka bi rêya balefirên cengî yên B1 hem li Sûriye û him jî li Îraqê çend navendên komên çekdar yên Îranê bordiman kir.

Her çend çapemeniya komên çekdar behsa hijmara kuştiyên xwe nakin lê hin çavkaniyên nûçeyan qala vê yekê dikin ku, herî kêm 50 çekdar hatine kuştin û gelek çekdar jî birîndar bûne.

Hate zanîn di heman êrîşê de li Îraq û Sûriyeyê gelek navendên sereke yên wan çekdaran jî hatine wêrankirin.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.