Fermandarekî din yê spaha Pasdaran hate kuştin

çapemeniya Îranî dibêje Şêwirmendeke leşkerî hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Duhê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştin.

Li gor çapemeniya Îranî duhê artêşa Îsraîlê li Dîmeşqê êrîşî ser komeke çekdar yên Îranî kiriye.

Çapemeniya Îsraîlî diyar kiriye ku, balefirên şer yên Îsraîlê navendeke çekdarên Îranî yaku, hevkariya leşkerî û locistîkî ya Hemasê kiriye li Dîmeşqa Sûriyeyê bordiman kirine.

Di encama vê bordimana han de Fermandarekî mezin yê spaha Pasdaran hatiye kuştin.

Her çend navê wî nehatiye diyarkirin lê dibêje gelek çekdarên din jî li gel wî hatine kuştin.

Ji aliyê xwe ve çapemeniya Îranî jî qala vê yekê dike ku, Şêwirmendeke din yê leşkerî yê Îranî li Sûriyeyê hatiye kuştin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.